Breaking News from Kurdistan, Europe and Middle East

Heyeta Çavdêriyê ya Grevên Birçîbûnê: Rewşa çalakgeran krîtîk e!

Heyeta Çavdêriyê ya Grevên Birçîbûnê: Rewşa çalakgeran krîtîk e!

ANF - 2019-04-04 15:13
Heyeta Çavdêriyê ya Grevên Birçîbûnê li Gebzeyê çû serdana girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne. Heyetê diyar kir ku ‘Rewşa çalakgeran krîtîk e û dibe ku mirin pêk bê.’ ...
Heyeta Çavdêriyê ya Grevên Birçîbûnê: Rewşa çalakgeran krîtîk e! - ANF

DBP'î çûn serdana wekîlên di greva birçîbûnê de ne

ANF - 2019-04-19 06:14
Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan tevî endam û rêveberên partiya xwe, serdana wekîlên HDP'î kirin ku di greva birçîbûnê de ne. ...

ÎHD: Girtiyên di greva birçîbûnê de ne, di sînorê mirinê de ne!

ANF - 2019-04-17 14:23
Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê diyar kir girtiyên di greva birçîbûnê di sînorê mirinê de ne û demildest daxwaza bidawîkirina tecrîda Îmralî kirin. ...

Xalid çû serdana parlementerên di greva birçîbûnê de ne

ANF - 2019-04-15 15:40
Endama Polîtburoya Eniya Rizgariya Gelê Filîstînê Leyla Xalid çû serdana parlementerên HDP’ê yên di greva birçîbûnê de ne. ...

Grevên birçîbûnê kete rojeva meclîsa Avûstûryayê

ANF - 2019-04-10 12:42
Partiya Demokratên Sosyal (SPO) ku partiya sereke ya muxalefetê ya Avûstûryayê ye, grevên birçîbûnê yên bi mebesta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, anî rojeva meclîsê. ...

'Em jî bi zarokên xwe re di greva birçîbûnê de ne'

ANF - 2019-04-09 06:04
Şahîn Tan ê 21 salî, 102 roj in li Girtîgeha Girtî ya Ceyhanê di greva birçîbûnê de ye. Dayika Tan Behya Tan got, "Em jî bi zarokên xwe re di greva birçîbûnê de ne. Di rewşekê de ku ew xwarinê naxwin, gelo em ê çawa karibin bixwin?" ...

Mesût Tek, bo grevên birçîbûnê bang li KCKyê kir

Rûpela Nû - 2019-04-08 11:41
Mesût Tek, bo grevên birçîbûnê bang li KCKyê kirSerokê Giştî yê partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesût Tek, li ser grêvên birçîbûnê bang li KCKyê kir ku dawî li grêvên birçîbûnê bê anîn: ...

Italî ketin greva birçîbûnê, li Den Haagê grev didome

ANF - 2019-04-07 11:59
Li Den Haagê ya Hollandayê greva birçîbûnê ya 2 aktivîstan hindik maye bibe 80 roj, li paytexta Iyalyayê Romayê jî grev kete roja 17'an. Gelek Italî jî ketin greva birçîbûnê. ...

PAK: Divê demildest dawî li çalakîyên xwekujîyê û li grevên birçîbûnê bê anîn

Rûpela Nû - 2019-04-06 22:12
PAK: Divê demildest dawî li çalakîyên xwekujîyê û li grevên birçîbûnê bê anînPartîya Azadîya Kurdistanê (PAK) di derbarê çalakîyên xwekûjî û grêvên birçîbûnê da, ku heta niha 8 ciwanên kurd bi armanca 'Dawîlêanîna tecrîda ser Ocalanî' dawî li jîyana xwe ...

Greva birçîbûnê ya AvEG-Kon di roja 2’an de ye

ANF - 2019-04-02 14:29
Greva birçîbûnê ya AvEG-Kon a li Kolnê di roja 2’an de ye. Di çarçoveya çalakiyê de forûm hate lidarxistin û hate gotin ku faşîzm têk diçe. ...

Li Londonê greva birçîbûnê ya bi dorvegerî dest pê kir

ANF - 2019-04-02 06:08
Li paytexta Îngilîstanê Londonê, greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a 3 kesan ji 14'ê Adarê ve didome. Komek ji 15 kesan jî ji bo piştgiriyê bide berxwedêrên greva birçîbûnê dest bi greva birçîbûnê ya bi dorvegerî kir. ...

Bûldan çû serdana Leyla Guven a ku 145 roj in di greva birçîbûnê de ye

ANF - 2019-04-01 16:00
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan çû serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û parlementerên HDP’ê yên di greva birçîbûnê de ne. ...

OHD: Li Anatoliya Navîn 279 girtî di greva birçîbûnê de ne

ANF - 2019-04-01 11:12
OHD'ê ragihand, li girtîgehên li Herêma Anatoliya Navîn 279 girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne. ...

Heyeta çavdêriyê ya ji 92 kesan pêk tê wê hilbijartinê bişopînin

ANF - 2019-03-30 16:15
Li ser vexwendina HDP’ê 92 kesên ji Ewropayê hatin wê li bajarên Kurdan hilbijartinê bişopînin. ...

18 pirên rêya navbera Kelar û Silêmaniyê di bin metirsiya hilweşandinê de ne!

BAS News - 2019-03-30 11:33
Dilêr Ebdulrehman BasNews – Endamê encûmena parêzgeha Silêmaniyê radigehîne ku 18 pirên rêya navbera Kelar û Silêmaniyê di bin metirsiya hilweşandinê de ne û pêwîste hikûmet pirên nû di cîha wan de ava bike. Ji ber kêrî bikaranîn û nûjen nayên. Endamê en ...

Greva birçîbûnê ya li Viyanayê bidawî bû, li Bernê tecrîd hate protestokirin

ANF - 2019-03-30 06:07
Greva birçîbûnê ya li paytexta Ewûstûrya Viyanayê ya ji bo piştgirîdayîna berxwedana grevên birçîbûnê bi mîtîngekê bidawî bû. Li bajarê Swîsre Bernê jî li nava Navenda Îstasyona Trenê çalakiyek hate lidarxistin. ...

Greva birçîbûnê ya li Strasbourgê di roja 5'an de ye

ANF - 2019-03-29 12:51
Greva birçîbûnê ya li ber avahiya Parlamenta Ewropayê ya li Strasbourgê di roja 5'an de ye. ...

Li Hîldesheîmê ji bo grevên birçîbûnê meş

ANF - 2019-03-29 10:43
Li Hîldesheîmê ya Elmanyayê ji bo ku tecrîd were protestokirin û xwedîderketina li berxwedana greva birçîbûnê meş hate kirin. ...

'Em bibin dengê girtiyên di greva birçîbûnê de ne'

ANF - 2019-03-22 06:29
Behçet Şîmşek diyar kir, divê ji bo kurê wî Salih Şîmşek ê di greva birçîbûnê de ye û berxwedêrên greva birçîbûnê hemûyan tavilê tiştek bê kirin û got, "Em êdî bibin dengê berxwedêrên greva birçîbûnê." ...

Parlemeterên di greva birçîbûnê de serdana Guven kirin

ANF - 2019-03-20 18:02
Parlementerên li dijî tecrîda li ser Ocalan li avahiya HDP’ê ya bajar di greva birçîbûnê de ne, beriya 21’ê Cejna Newrozê serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 133’ê roj in di grevê de ye kirin. ...

“Mafên girtiyên di greva birçîbûnê de tên binpêkirin”

Bianet - 2019-03-13 00:01
Parlamentera HDPyê Ayşe Acar Başaranê behsa binpêkirina mafên girtiyên di greva birçîbûnê de ne kiriye û gotiye girtî bi taybetî nekarin xwe bigihînin vîtamîna Byê. ...